Neynûkê xwe axê re dikim
Bê navber
Bê westandin…
Di reşqîriya şevê de
Bi parçekirinê…
Her du rûyên Heyîvê
Hemû stêrk
Dibin baran di ser min de dibarin.
Û zarokê di nava min de bêcir dibe!
Bi zadeganî…
Û diqêre;
Agahdari agahdari
Ji hemû celadê dîrokê re…
Kî ji wan bitirse bila nemerd be!
Dilê me,
Di agirgehên Zerdeşt de şewitî.
Li Baxçeyê Ronahiyê yê Manî biriqî,
Bi Rêber Apo vejiya.
Em “XWEZAN”nin, me xwe zana kir…
Li çiyayên Kurdistanê
De bila bên.
Hem jî bi hemû laneta xwe ve,
Bila li xwe bipêçin hemû derfetên xwe!
Û bila bên şer bibînin,
Zarokên bi esil ku bûyî egîd,
Û xwedawendên vejiyayî…
Neynûkên xwe têde dikim bajar bi bajar,
Neynûkê xwe axê re dikim mîna aj bidin…
Erd û asîman şîn bûn
Bila şîn bin rojên berxwedanê,
Mirin jî wate lê bar dike…
Evîne ev evîn…
Ew egîdê şer dikir, li ber xwe dida,
U diparast,
Ew tu bûyî
Û ji agir e hemû hebûna min,
Ya avaî dibe tu ye roj,
Ez neynûkê xwe tê de dikim
Vebêjin sterken asiman, Vebêje ey bajar
Ada Newal Peri