Hest, hestyarî û barana hestan…
Di nava pergala ramanên mirov de çend demsalên hestan hene. Car caran hestên mirov tûj dibin û wek baranê dibarin, li ser ramanên mirov. Car caran jî wek biharê kulîlk didin, di nava dilê ramanên mirov de.
Demsala hestên dema mirov dikeve nava dîwarên girtîgehê, dibe payîz. Hestên mirov wek barana payîzê melûl melûl dibarin ser ramanên mirov ên girtî…
Her caran ku mirov di nava çar dîwarên zindanê de dixwaze xwe bi ramanên xwe ji zindanê dûr bixe û rojên di nava azadiyê de zindî bike, barana hestan wek biharê xwe di nav ramanên azad de dipêçe û rondikên çavan tevlî barana hestan dike. Hest û rondik dibin baran… Di nava dîwarên zindanê de. Mirov çi qasî bixwaze hestên azad jî bijî, her tim hestên mirov bi zincîra stirî pêçayî ne.
Dema pêla azadiyê li hestên mirov dide jî bilindbûna dîwarên zindanê nahêle pêlên hestên azad, azad bibin…
Hestyarî her tim rêhevalê ramanên girtiyên azadiyê ne. Dema di xew de, dema şiyar, dema xwarinê dixwe, dema di nava çar dîwaran de, li vî alî û wî alî digere û dema dikeve nava xeyalên kûr, hestên wek baranê dibin heval û rêheval.
Roja ku ez hatim girtin û ez li Zindana Amedê bûm girtiyê azadiyê yê gelê qedîm û pêde, barana hestan xwe ji demsala ramanên min kêm nekiriye. Her roj, hestên min wek zaroka melûl, diltenik û xweşik bi min re mezin dibin. Her roja ku ez ji xew şiyar dibim û li dora xwe dinihêrim, her devera ku çavên min dibînin dibin qamçiya mirina azadiya min.
Her gava ez di nava çar dîwaran de bi sebir diavêjim, dibe gava ber bi roja azadbûna hest û ramanên min ji zindana bêziman. Kî zane piştî çend dem û demsalên din ew gav wê azad di nava civaka azad de bên avêtin. Kî zane piştî çend xewn û xeyalên din çavên min wê biharê di nava çiyayên azad de bibîne. Kî zane piştî çend şevên tarî wê rojên azad li derve bên dîtin. Ya zanînê ez nizanim, lê ya hest û ramanên min dizanin her kêlî û dem di nav xeyalê min de tê jiyîn, azadî ye. Her çi qasî ya li pêşiya we çavên we dibîne, bedena min e ya di zindanê de. Bedena min bila girtî be, di nava çar dîwarên zindanê de. Ya ji bo min girîng hest û ramanên min ên azad in. Her çi qasî li dora min dîwarên bêziman û hesinên ji xwe bawer bin jî tu hêz nikare di zindanê de hest û ramanên min ên azad bike kole û xulam.
Barana hestên min
Wek taviya barana biharê ye
Melûliya hestên min
Wek kelûgiriya zarokan e
Azadiya hestên min
Wek azadiya nava baskên kevokê ne
Strana hestên min
Wek dengê bilbilê li ser gulan e
Serbilindiya hestên min
Wek bilindiya Cûdî û Gabar e
Evîna hestên min
Wek evîna Derwêş û Edûlê ye
Dîroka hestên min
Wek dîroka roja azad e
Şehit Mehmet TUNÇ