Pêşketina ku îro em li vê herêmê pêk tînin, bi rastî hîmê romanê ye. Em dikarin vê yekê prosesa romana ku gelê Kurd ber bi rizgarbûnê ve dibe bibînin. Bersiva pirsa: “Çawa Bijîn?” dikare bibe roman. Em polîtîkayê, îdeolojiyê û leşkeriya şoreşê şirove dikin, stratejî û taktîka wê pêş dixin.
Heger em nikaribin bersiva pirsa “jiyan wê çawa be?” bidin, wê gavê em dibin sedema ku şoreşa me ji pêşketina giyanî dûr bikeve. Ev yek jî ne rast e. Ji ber vê yekê jî pirsa
“Çawa Bijîn?” ji bo milîtanek şoreşger pir girîng e. Ne tenê ji bo milîtanan, pêwîstiya pêşxistina jiyana şoreşgerî, ji bo hemû kesan wek nan û avê ye. Jixwe têkoşîna rizgariya
netewî ya ku partiya me serokatiyê jê re dike, ev yeka hane deraniye holê. Di civaka me de paşverûtiya giyanî û xirabûna tewrî pir in. Ev paşverûtî û xirabûn jî bermayên dagirkerî û kemalîzmê ne. Heger mirov baş analîz bike, vêga wê bibîne ku têkiliyên pêwîst ku werin qutkirin hene, lê pêwîstî heye ku, li şûna van têkiliyan ên nû, jiyaneke nû werin çêkirin.
Roman tê wateya xebata vê dijberiyê. Yanî raman, analîz û lêkolîna jiyan û têkiliyên paşverû dike û li şûna wan ên nû ava dike. Heger di çêkirina wê de, teknîka hunerê baş were bikaranîn, ewê bikaribe alîkariyeke pir mezin bide şoreşê.
Heger mirov li rastiya dîroka şoreşan û civakên ku şoreş li dar xistine binêre, bi taybetî jî rewşa wan a îro bête nirxandin, wê bête dîtin ku, pêwîstiya romanê ji rastiya şoreşgerî tê. Pêwîst e, roman li ser vê bingehê were afi randin. Ev yeka wisa jî dikare bibe bersiv û rexnekirina wan kes û nêrînan ku, dixwazin ber bi kevneperestiyê, reformîzm û modernîzmê ve bibin. Bi vê yekê re roman dibe xwediyê xetek pêşverû, hesret û daxwazan. Û rêberiya şoreşê ji xwe re dike bingeh. Ev roman jî rastiya jiyanê bi vî rengî analîz dike û bi awakî radîkal, jiyana kesanî ku îro ber bi hilweşandinê ve diçe, rexne dike. Bi zanyarî li hilweşandina wê mêze dike. Ew wisa jî bersiva “li şûna wê jiyana kevn, jiyaneke çawa wê were avakirin?” dide. Ev jî dibe sedema di kesaniyeta mirovek an jî çend mirovan de, civak bi giştî ji nû ve were avakirin-nirxandin. Ev kesaniyet, di bingehê de dikare bibe sedema analîzên rastiya dîrokî û civakî. Ev kesaniyetên hane, nûneriya kîjan têkiliyên paşverû yên dîrokî û civakî dikin? Vê yekê baş analîz dike. Ev analîz
çiqasî bi kûrî, bi bedewî û hunerî were kirin, ewqasî berhemeke hunerî ya baş dertê holê.
Ev jî bi qeweta hunermend ve girêdayî ye. Hinek xeyalên xwe didine xebatê, daxwaz û hesretên xwe tînin zimên. Ez li dijî çi me, çi dixwazim, çi xera dikim, çi ava bikim, çi ne bedew e, çi bedew e, çi dikare were jiyandin, çi nayê jiyandin, çi dikare were pejirandin û çi nayê pejirandin? Van pirsan bi awakî vekirî dike û bersivên van pirsan jî dîsa bi awakî vekirî dide. Bersivên van pirsan, civakê bi giştî eleqeder dike. Ev bingeha romanê ku em dixwazin pêş bixin, di çarçova van pirsan de pir-hindik dertê holê. Rastiya îro ku tê jiyandin jî, ev e. Ev rastî çiqas bi paşverûtiyê, dagirkeriyê
û feodaliyê ve girêdayî ye, ewqasî jî modernîzmek e ku, şexsan cîla dike, dixwazê bibiriqîne û binvala ye. Ev yek jî derketiye holê. Dîsa welatparêziya sexte, şoreşgeriya sexte û gelo di bin van de şexsiyet çi ne, çi nîn in? Hatine kifşkirin. Û bi vê yekê re jî, rizgarbûna civakê bi nasnameya netewî re
çawa girêdayî ye, nûnertiya vê di kesaniyetekê de çawa dibe û ev kesên ku wê nûnertiyê dikin, çawa dertên, çawa têdikoşin? Me ev hemû deranîne holê. Qala kesên ku riya navîn digrin jî, hatiye kirin. Ev kesên hane, lingekî wan di
bermayiyên sedsalen navîn de, lingekî wan jî, di civaka îro de ye. Siya her du aliyan jî li ser van kesan xuya dibe. Ev kesaniyetên hane, di demên girîng de dertên û dixwazin
weke xwe bikin. Ev yek jî hatine rexnekirin. Bi taybetî analîzên serokatiyê di van xalan de pêşketinên girîng deranine û ev analîzên bingehîn in. Ji ber vê yekê jî ev analîz, ji bo romaneke şoreşgerî dikare bibe wesîle
û dikare alîkariya romaneke wiha bike. Ev xetên hane di analîzê de hatine xuyakirin. Analîza kesaniyetên bingehîn di nav jiyanê de, di nav şer de, bi tecrûbekirin hatiye çêkirin
û derketiye holê. Yanî ev analîzên hane ne xeyal in, rastiyên ku têkoşînê deranîne, li holê ne. Ji ber vê yekê jî wesîleyên ku di wêjeya gelek welatan de tune ne, me bi dest xistine. Têkoşîna rizgariya netewî ku partiya me serokatiyê jê re dike, qehremanî, xiyanet û yên xwe li riya navîn digirin, deraniye holê.
Ev jî ji bo romanê alavên pir mezin in. Heya tenê li ser demekê li ser kesaniyetekê, li ser tîpekê jî dikare were nivîsandin. Daxwaza me tenê ew e ku, nameyên wan ên bingehîn, ên ku bi prosesa partiyê û têkoşîna netewî ve
girêdayî ne, derînin holê. Bingeha romanê ji aliyekî ve rastiya dagirkeriya Tirk a faşîzma kemalîst, ji aliyê din ve jî rastiya Kurdistan’ê ya eşîrtî-feodalî ya sedsalên navîn wê bîne ziman. Ji aliyê din ve jî wê rewşa kedkar, karker û gundîtiya xizan, kesaniyetên ku ji benê eşîrtî-feodaliyê hatine qetandin û têkiliyên van kesan bîne zimên! Bi xwe
di wateyekê de PKK ev e. Roman jî van pêşketinan bi hunerî hîn pêşvetir dibe. Di romanê de him berhemeke pêşketina şoreşê heye, him jî rengekî dide pêşketina şoreşgerî. Erê, her çiqas şoreş bi roman, helbest, wêne û muzîkê pêk nayê jî, lê ew dikarin di nava pêşveçûna wê de, rola xwe bilîzin. Kesaniyet û tîpên bingehîn hene, lê çiqas tîpên mîna hev
biaxivin, amûrên romanê ewqas dewlemend dibin. Ji ber vê yekê jî bi bijartin û bi sentezê roman dikare çêbibe. Di bingeha romana ku em dixwazin bidin, li ser grubên cuda
cuda lêkolîn çêdibin. Em li dijî kîjan jiyanê reaksiyonê nîşan didin, hesta me ji jiyaneke çawa re heye? Ev têne pirskirin û xwestin e. Dîsa çi baş e, çi bedew e, çi rast e, çi şaş e, çi
bedew nîn e, çi xerab e? Ev pirsên hane jî bi awayekî vekirî têne pirskirin. Ji ber ku roman li ser van xalên bingehîn bi pêş dikeve. Ji kû ve tên, jiyana berê çi ye, veqetandina wê, ji
vê jiyanê çawa ye? Û dîsa bi jiyana nû ve çawa girêdeyî ye, wê jiyanê çawa çêbikin û hun dixwazin wê çawa xurtir bikin? Ev pirsên hane jî tim têne dayîn. Ji aliyekê ve pêşketin çima bilez çênabin, çima nikarin bibine milîtanên şoreşger, ev yek di kesaniyetê de dibe sedema çi? Bi stîleke rast, ji bo pêşketina şoreşê, bi vî awahî bibe alîkar.