Hevtayiya Mesrûr Barzanî û Hakan Fîdan

0
251

Yekta EREN

Em di pêvajoyeke xwîndar re derbas dibin ku gelê Kurd bi sedan salan e welatê wî hatiye dagirkirin û hewl dide di dijî teknîka şer a gihaştiye astên tirsnak, hebûna xwe îspat bike. Gelê Kurd bi têkoşîna ku tevgera azadiyê ya Kurd re hewl dide pêdiviyên hebûna xwe ava bike.

ŞERÊ MAN Û NEMANÊ

Pergala dewleta Tirk a mêtinger û înkarker xwe bi nasnameyên ji gelên ku qir kirine, ava kir. Gelê Kurd li dijî qirkirinê li ber xwe da, li pêşiya temamkirina hebûna tirkîtiyê ya sexte bû yekane asteng. Heke aqilê dewleta Tirk dixwaze hebe, divê nasnameya Kurd binax bike. Heke nasnameya Kurd hebûna xwe bidomîne, dê sîstema dewleta Tirk binax bibe.

Tevî ku ji bo gelê Kurd qala şerê man û nemanê tê kirin jî, esas zîhniyeta dewleta Tirk ji bo man û nemanê şer dike. Tevî hemû tunekirin û înkarkirina gelê Kurd jî, rastiya ku bi saya tevgera azadiyê ya Kurd hebûna zîhniyeta dewleta Tirk xitimandiye û rewabûna wê her ku diçe zêdetir tê nîqaşkirin  Xuya ye heta ku tevgera azadiyê ya Kurd wek nasnameya Kurdan a temambûyî hebe, zîhniyeta dewleta Tirk dê nekare hebûna xwe temam bike.

Dewleta Tirk li ser pirsgirêka Kurd gelekî bê rehm bûye û bê guman konseptên komkujî û qirkirinê xistine meşandine û tevî hemû derfetên xwe yên teknîk jî nikare dîwarê berxwedanê yê tevgera azadiyê ya Kurd derbas bike. Wek çareya dawîn jî dewleta Tirk ku di berxwedana li Başûrê Kurdistanê de şaşomaşo bû, dest bi bikaranîna çekên kîmyewî kir.

Dewleta Tirk bi konseptên komkujiyên siyasî, çandî û fîzîkî êrişî gelê Kurd kir, li Rojava û Başûrê Kurdistanê jî çekên kîmyewî bi kar anîn. Tevî wan çekên kîmyewî jî dîwarekî berxwedanê qelibî.

DI ÊRIŞÊN TESFIYEKIRINÊ YÊN LI DIJÎ GELÊ KURD DE HEVKARIYA PDK’Ê

PDK di demeke ew çend krîtîk de ku berxwedana Kurdan dewam dike, bi hawara dewleta Tirk de diçe. PDK ji destpêka avabûna xwe ve li her dera ku berxwedaneke Kurd çêbûye, ji bo tesfiyekirinê hatiye wezîfedarkirin û niha jî ji bo tesfiyekirina tevgera azadiyê ya Kurdistanê ku berxwedana dawîn a gelê Kurd e, bi dewleta Tirk re ye.

Ji ber ku di sala 2016 ‘an de şer dest pê kir, PDK’ê bi rengekî neyekser li aliyê dewleta Tirk li dijî gelê Kurd şer kir lê nekarî yekser tev li şer bibe. Gelê Kurd tu carî helwesta hevkariyê ya PDK’ê rewa nedît û li çar parçeyên Kurdistanê li dijî vê yekê nerazîbûna xwe nîşan da.

Bê guman heke tevgera azadiyê û rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava gelê Kurd de kokeke bi vî rengî negirta û heke PDK’ê jî desteka girseyeke gelekî biçûk jî bigirta, dê ji zû ve yekser tev li şer bibûya.

Tevî hemû bertekên gelê Kurd jî PDK li herêmên gerîla avakirina baregehan didomîne. Heta kemînan datîne ber gerîla û şehîd dike. Cenazeyên gerîla radestî malbatên wan nake û terora dewleta Tirk jî derbas dike.

Di vê qonaxê de di çapemenî û raya giştî ya Başûrê Kurdistanê de hate nîqaşkirin ku PDK rasterast tev li şer dibe. KCK’ê di daxuyaniya xwe ya dawîn a krîtîk de diyar kir ku agahî hene ku PDK dê bi dewleta Tirk re di nava êrîşkariyeke nû de cih bigire. Rojek piştî daxuyaniyê rayedarekî PDK’ê agahî da ku PDK dê beşdarî êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a 15’ê Nîsanê bibe.

Tê fêmkirin ku hevkariya malbata Barzanî ya bi dewleta Tirk re di nava PDK’ê de jî nayê qebûlkirin. Pêşmerge dibêjin kew ê tev li şerekî bi vî rengî nebin. PDK li şûna pêşmergeyên ku nikare tev li şer bike, yekîneyên taybet û formasyonên çeteyan ava dike. Tu eşîran jî daxuyanî neda ku ew ê li dijî tevgera azadiyê ya Kurd şer bikin. Malbata Barzanî tevahiya gelê Kurdistanê û bi taybetî jî yê Başûr hildide hemberî xwe û li dijî gelê Kurd şer geş dike.

PIŞTÎ NÊÇÎRVAN, MESRÛR BI HAWARÊ DE ÇÛ

Dan û standinên veşartî an jî aşkera yên berê li aliyekî, herî dawî Erdogan bi Nêçîrvan Barzanî re rûnişt û vê carê jî Mesrûr Barzanî kir mêvan. Erdogan piştî civîna bi Nêçîrvan Barzanî re got  “Li Iraqê dê gelek tişt biguherin” lê xuya ye dîtiye ku zêde tiştek neguheriye û vê carê bi Mesrûr Barzanî re rûnişt. Ji hevdîtinê ku Sefîn Dîzeyî yê pêwendiyeke xwe ya xurt bi dewleta Tirk re heye, tê de hazir bû, dîmenên balkêş ketin ser medyayê.

Carinan ji ber nerazîbûna raya giştî ala Herêma Kurdistanê di hin dan û standinan de xuya bibe jî, lê Erdogan aşkera dike ku ew ala Herêma Kurdistanê nas nake.

Detayeke girîng jî, nebûna hevdîtineke li gorî protokola dewletê ye. Heke hevdîtina bi Mesrûr Barzanî re di asta serokatiyê de li Tirkiyê pêk were, ku sîstema serokatiyê lê heye, divê Mesrûr Barzanî bibe hevtayê Erdogan. Lê belê Mesrûr Barzanî li hember serokê MÎT’ê Hakan Fîdan rûnişt û di hevdîtinê de derket holê ku Mesrûr Barzanî hevtayê kê ye.

Wekî tê zanîn, Hakan Fîdan zarokekî malbateke xizan e ku ji navçeya Erdîş a Wanê ye û li dijî gelê xwe kirine kujer. Mesrûr Barzanî kirin hevtayê Kurdekî devşirme û xizmetkarê dewleta Tirk.

Mesrûr Barzanî her çend daxuyaniyeke wêrek nedabe û gotibe di hevdîtinê de qala pirsgirêkên ‘herêmê’ kirine û heta ji gotina ‘Kurdistan’ jî xwe dabe alî jî, çapemeniya Tirk û ya Erdogan, Mesrûr Barzanî weke alîgir û hevparê şerê li dijî tevgera azadiyê ya Kurd nîşan da. Naveroka civînê bê guman nokeriya Barzaniyan a di şerê li dijî gelê Kurd de bû.

GEL LI HEMBER HEVKARÎ Û XIYANETÊ BÊ DENG NAMÎNE

PDK an jî nemaze malbata Barzanî tiştên xeternak dike. Niha hatiye îspatkirin ku tevgera azadiyê tesfiye nabe, lê malbata Barzanî dibe nefesa dewleta Tirk. Gelê Kurd dê vê yekê qebûl neke. Gelê Kurd di Newrozê de bi milyonan daket qadan. Ev helwest ne tenê li dijî siyaseta înkar û komkujiyê ya dewleta Tirk bû. Divê malbata Barzanî aliyê herî girîng ê vê helwestê di ber çavan re derbas bike, ji ber ku peyameke herî girîng a vê helwestê li dijî hevkariyê bû.

Gelo malbata Barzanî difikire ku heke li dijî tevgera azadiyê ya Kurd dest bi şer bike û di pozîsyona xwe ya heyî de israr bike, gelê Başûr ku li dijî Sedam Raperîn kir an jî gelê Cizîrê ku serî li ber komkujiyan netewand, dê bê deng bimînin?

Çavkanî:ANHA

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here