Îdeolojî hêza baweriya mirovan e – Rustem Cudî

0
507

Di vê babetê de divê em zelal bin, heke tu çiqas dibî xwedî derfetên madî bibe, heke di aliyê îdeolojî de te vîna xwe diyar nekiribe, te îradeya xwe pêk neanîbe, ew derfetên te yên madî nikarin te biparêzin. Em ê bi vê bawer bin yan na? Em ê dersan ji dîrokê derxînin an na? Dersên dîrok dide me çi ne? Misilman beramberî dewletên desthilatdar di herêmê de bi xwe li hemberî Sasanî û cahiliyeta Ereban çend însan bûn. Di dema xwe de hejmarek wiha kêm bûn, lê baweriya wan bihêz bû.

Piştî demekê Sasanî jî şikandin, Bîzans û cahiliyeta Ereban jî şikandin. Gelo ev bi hêza xwe ya madî kirin? Na, ne wiha bû, eger hêza madî bûya dewlet bihêztir bû. Lê em bala xwe bidinê beramberî îdeolojiyê hêza madî nikare li ber xwe bide.

Herwiha şoreşa Fransî vê dersê dide me, çek, pere, derfet hemû di destê qiralan de bûn. Lê di sala 1789’an de kî bi serket? Gel bi ser ket. Gel feqîr bû, çek di destê wî de nebû, top, tiving û şûrê wan tune bû! Di vir de jî sedema serkeftinê ew bû ku îdeolojî hebû û bi ser ketin. Lewra dema ku îdeolojî û bawerî lewaz bin, di exlaqê de dejenerebûn hebe, hêza madî tenê nikare sîstemê biparêze. Dema ku tu rastiyê bişopînî û milîtanê rastiyê bî û bi argumanên rast li pey rastiyê bimeşî, dijminê te çiqas di aliyê madî de bihêz dibe bila bibe, tu carî nikare te asteng bike. Ji bo vê em bala xwe bidinê milîtanê rastiyê yên ku di aliyê îdeolojîk de karibûne kesayeta xwe ava bikin û van kesên ku ew îdeolojî û ew fikir pejirandibin di hundirê xwe de bi cih kiribin û pê bawer bin, ew kesayetên wiha jî peyda kiribin; mirov dikare bêje tu rê û hêz nikare pêşiya wan bigire. Tu hêz nikare meşa wan a ber bi azadiyê ve asteng bike.

Çiqas lewaz dibin bila bibin, mînak têkoşîna azadiya Kurdistanê ya îro di bin pêşengiya Rêber APO de tê meşandin li ber çavan e. Ev têkoşîn di asta macareyan de van tiştan dike. Ev têkoşîna pêkhatî weke mucîzeyekê ye, ev wiha bi awayekî xwezayî pêk nehatiye, jixwe ve pêk jî nayê. Ew qas dijminên li hemberî şoreşa me hene; Emerîka, Îsraîl, Yekîtiya Ewrûpa, Kurdên hevkar û hêzên herêmî, ev hemû li dij PKK’ê dixebitin. Tevî vê yekê jî hebûna PKK’ê li ser piyan weke mucîzeyekê ye. Lê eger endamên PKK’ê bi rastî jî wiha jidil û can milîtantiya vê fikrê bikin, tenê wiha bi vî rengî mayîn na, pir rehet me dikarî serkeftinên mayînde bidest bixista. Lê di nêzikbûnên me yên îdeolojîk de, lewaziyên me yên hene dibin sersedemên ku li gelek cihan, gelek caran tiştê pêwîst e em bikin di demên wê de pêk bînin, em nikarin di demê wê de pêk bînin. Ev jî rastî ne, dîrok van dersan dide me. Di roja me ya îro de em dikarin van dersan ji tecrûbeyên xwe yên derbasbûyî derbixînin. Têkoşîna PKK’ê van dersan bi awayekî sûdwer dide me.

Ji bo vê têkoşîna îdeolojîk girîngtirîn têkoşîn e di nav gel de, keleha herî dawiyê ye ku li ber xwe dide. Divê gelek tu carî wê kelhê bernede. Heger te ew keleh berda, wê demê tu radestî dijmin bûyî. Ji bo vê jî divê mirov wê kelhê bernede, tu carî nehêle ku lewaz bibe. Mirov di binê zindanan de be, yan jî birçî be, di bin îşkencê de be û li ku dibe bila bibe, divê mirov ji dijminê xwe re nebêje erê! Mirov bêje rast e, tu Emerîka yî û derfetên te yên madî hene, leşker û çekên te hene, tu dewleta Tirkiye yî, ya Ereban î, derfet û îşkencexaneyên we hene… Lê hêza min a ku ez di wê astê de bi wan re şer bikim tune ye, ev jî rastiyek e. Lê ez ji we re nabêjim erê. Ez bi ya we nakim, tiştê hûn dixwazin li ser min ferz bikin ez qebûl nakim! Dema mirov wiha kir wê çaxê dijmin bi ser nakeve û serkeftinên dijmin ne mayînde dibin. Tu demî ne bingehîn in, lewra bi sînor in, tenê siyasî û leşkerî ne.

Divê mirov vê her dem biparêze, ne tenê di îşkencê de, li ku dibe bila bibe divê mirov li hemberî dijmin be. Li ser çiyan divê mirov biparêze. Mînak îro jî em temaşe bikin, mekanîzma sisiyan, ya çaran, Emerîka, Têkiliyên Tirkiyê û Îsraîl… hemû li dijî me ne. Tayîb Erdogan ji kê re dibêje merheba, hema dibêje PKK. Berê Demirel û Ecevit jî wiha bûn. Özal jî wisa bû, hemû rêvebirên dewleta Tirkiyê wiha bûn. Hemû têkiliyên wan ên derve û hundir li ser esasê li dijî PKK’ê ne. Cîhana serdest jî ev şert qebûl kiriye. Dema em lê temaşe bikin em ê bêjin Emerîka, Ewrûpa, Îsraîl… hemû li dijî me ne. Wê demê em çi bikin, firsendên me yên serkeftinê wê demê tune ne? Bala xwe bidinê li serê çiyan jî têkoşîna îdeolojîk pêwîst e, ji ber yê ku vê baweriyê bi te re bihêle, ev têkoşîn e. Yan jî tu yê bi çi li dijî dijmin şer bikî?

Divê mirov vê peyamê bide dijmin: rast e derfetên te hene, lê ez wek însan di zemînê tu hazir dikî de nikarim xwe îfade bikim. Ji bo vê ez nakevim wî zemînî. Wê demê wê dijmin bêje: Tu yê birçî bî, bersiva te wê ev be, tiştek nabe! Tu yê bêyî kuştin… tişt nabe. Ya girîng zemînê ku ez hilnebijêrim ez ê tê de nejîm e! Ya girîng ew e ku ji bo jiyanê zemînê mirov hilbijêre ye, ev ji her tiştî girîngtir e.

Nivîs ji pirtûka Şehîd Rustem Cudî ya bi navê Îdeolojî hatiye girtin.

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here