Kiryarên li zindanên dewleta Tirk têkçûna exlaq û wijdanê ne

0
251

Rauf KARAKOÇAN

Li Tirkiyê ji gotina ‘ji îşkenceyê re sifir tolerans’ hatin qonaxekê ku hovîtiyeke temam e. Rêbazên îşkenceyê yên nedîtî tên meşandin. Girtîgehên dewleta Tirk tu carî ev qas nebûbûn cihên bipirsgirêk, heta di dema derbeyên leşkerî de jî. Li gelek zindanan, bi taybetî zindana Amedê, îşkenceyên giran çêbûn, kiryarên hovane kirin lê negihaştibû vê asta hiqûqa dijminahiyê ku îro tê meşandin.

Girtiyên li zindanan di bin parastina dewletê de tên hesibandin. Lê zindan bûne cihên tolhildana desthilatê. Kiryarên keyfî û bêhiqûqî gelekî zêde ne. Nexweş nayên dermankirin, tevî ku nikarin li zindanê bimînin jî nayên berdan. Bi kurtasî hiqûq lê naxebite û ji nava çar dîwaran tabût derdikevin.

Dîmenên li derveyî mirovahiyê, kuştin, ferzkirinên rojane yên ku rûmeta mirovan binpê dikin ên li zindanan, polîtîkayên dewletê ne. Zilma ku di nava çar dîwaran de li mirovan tê ferzkirin, rewşa riziyayî ya dewletê nîşan dide. Bi taybetî nêzîkatiya li girtiyên siyasî, ne li gorî hiqûqa ceza ye, lê cezayên îdamê bi demê re pêk tînin. Gelek mirovan bêyî ku sûcekî wan hebe, di zindanan de dîl digirin.

Em bi rewşeke wisa re rû bi rû ne ku nikare bi zimanê sosyolojiyê were tespîtkirin. Xirabiyên pir mezin ên binyadî hene. Qanûn, mafên qanûnî-destûrî, mewzûat – êdî her çi be-, em nikarin sûcên li zindanan bisinifînin. Em nikarin bêjin tenê bûyerên xweser in. Ev, bi polîtîkayeke giştî ya êrişê pêk tên ku her tim dubare dikin.

Tecrîda li ser serok Apo û hevrêyên wî ku li Girtîgeha Îmraliyê tên ragirtin û bi salan e dewam dike, bi serê xwe sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Di bin çavdêriya CPT’yê de li Îmraliyê ku qaşo hiqûqa navneteweyî heye lê jixwe hiqûqa navxweyî qet naxebite. Sîstemek e ku hiqûqa şexsî lê tê meşandin. Li Îmraliyê bi salan e ji zindanên din ên li Tirkiyê bêhtir binpêkirinên mafan hene. Di nava tecrîdê de cezayên tecrîdê tên dayîn. Bêyî ku pergala îşkenceyê ya Îmraliyê were fêmkirin, ne pêkan e ku mirov hovîtiya îro li zindanan pêk tê, fêm bike. Îşkence bêhtir sîstematîk û berbelav bûye.

Li hemû zindanan li dijî girtiyên Kurd îşkenceya sîstematîk bûye polîtîkaya dewletê û êdî kuştinê jî dest pê kiriye.

Zindan nîşaneya herî baş a windakirina exlaq û wijdanê ne. Girtiyên siyasî ji bo çareseriya pirsgirêkên civakî tê dikoşin. Îşkenceyên li dijî kesên ji ber pirsgirêka Kurd hatine girtin, roj bi roj zêdetir dibin. Hewl didin bi îşkencekirinê kesên di zindanan de teslîm bigirin û pê re jî peyamekê didin ên li derve. Desthilata faşîst armanc dike ku muxalefetê bi zindanan bitirsîne, çavtirsandî bike û pasîf bike.

Ne pêkan e ku bêyî exlaq û wijdan pirsgirêkên civakî bên çareserkirin. Pirsgirêka Kurd li benda çareseriyê ye û serok Apo di nexşerêya xwe de exlaq û wijdanê wek rêgez dibîne. Bêyî exlaq û wijdan, pirsgirêk bi tenê bi belgeyên nivîskî çareser nabin. Bêyî wijdana civakî û rêgezên exlaqî çareseriyên mayînde pêk nayên. Pirsgirêkên li zindanan bêyî aliyê xwe siyasî nikarin bên nirxandin. Cezakirin, îşkencekirin û qetilkirina mirovan, nîşaneya bêpariya rêveberên dewletê ya ji exlaq û wijdanê ye. Mesele ne tenê zindan in, li derve jî bandorên wê hene.

Tirkiye kirin zindaneke servekirî. Jiyanê li Kurdan heram dikin. Civakê neçarî penaberî, çiyê yan jî zindanê dikin û vebijêrka din ku didin ber wan jî, hevkarî û teslîmiyet e. Girtîgeh bûne navendên berxwedanê yên Kurdan. Kevneşopek hate afirandin ku bi bedenên xwe yên tazî dîrok nivîsandin. Berxwedan bûye çandek. Tu komployeke îşkenceyê yan jî komkujî vîna girtiyên siyasî neşikandiye û ji niha şûnde jî nikare bişikîne.

Dijminê ku wijdanê xwe winda kiriye û nesîbê xwe ji exlaqê dîrokê negirtiye jî, serî li ber berxwedana Kurdan a li zindanan tewandiye. Yên li hêviya êrişên li zindanan, bê çare ne. Berxwedana zindana Amedê hêja ye ku careke din bi bîra wan bixin bê ka bandoreke çawa çêkir. Çi li hundir çi jî li derve, çanda berxwedanê dê her tim bi ser bikeve.

Çavkanî: ANHA

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here