Parastina Jiyanê Li Beramber Aqilê Mêr-Dewletê -2

0
81

2- Faşîzma Medya ya Şerê Taybet

Îro mêjiyê civaka Tirkiyê hatiye tevizandin. Herî zêde jî bi rêka medya ya şerê taybet ev yek pêk tê. Ji sektorên reklaman bigire, heta bi fîlm, belgefîlm û rêzefîlman ji nûçeyan bigire heta bi her cure amûrên medya mecazî hemû ji aliyê medya ya şerê taybet ve ji bo tevizandina mêjiyê civakan tên bikaranîn. Ya faşizm dike hovîtî, bê edaletî û zilmeke mezin e. Ji bo civak wan nebine, ango guh, çav û zimanê xwe ji wan re bigire, divê mêjiyê wê were tevizandin, refleksên wê yên herî xwezayî jî were kuştin. Birçîbûn, destavêtin, kuştin, qetilkirin, şer û her cure tundî bi rêka medya tê normalîzekirin. Bi rastî dema em li derdora xwe temaşe bikin, bêyî ku pergala heyî û aqilê wê yê texrîbkar lêpirsîn bikin, em çawa dikarin rastiyên heyî bibînin. Aqilê faşîzan û kûjer xwe bi awayekî veşartî û sergirtî di tevahiya şaneyên medyayê de bi cih dike. Nûçeyên ku em rojane temaşe dikin û ji me re ji rêzê tên, gelekî bi zanebûn tên hûnandin. Armanc û konsepteke wan a esasî ye. Têgînên ku derdixe holê ew e ku dewlet gelekî bi hêz e, her tim di xizmeta gel de ye, siyaset her tim karê mêrane û jin jî di bin siya wê û wek mankena di vîtrînan de li pey zilam tê û diçe. Wisa nîşan didin ku, aqilê rêveberiyê ne aqilê jin e, aqilê mêr e. Di nûçeyan de civakê her tim ditirsîne. Qeza, lehî, erdhej, dizî, xirabî û her cure belayên xwezayî û nexwezayî wek mijarên ji rêzê tên nîşandayîn. Mijara herî esasî ku tê normalkirin şîdet û tundiya li ser jin, zarok û tevahiya civakê ye. Polîsên dewletê her tim bi hêz tê nîşandayîn, baş û pozitife qaşo. Şêwazê dayîna nûçeyên li ser jin ewqasî besît bûye ku, her ferdek civakê dema li van nûçeyan temaşe dike, dîmenê dibîne, gotina ku dibihîze têgîneke wisa çêdike ku heta jin bixwe jî şîdeta li dijî xwe rewa bibîne. Wek mînak jinek heta derengiya şevê nehatiye mal, nizanim cil û bergên vekirî qaşo li xwe kiriye, bi tena serê xwe di kolanê de digeriya! Ev gotin bi tevahî bi zanebûn tên hilbijartin. Di encam de tabloya derdikeve holê ew e ku mixabin jin bixwe jî dibe gurê jinê. Jin bixwe jî bawer dike ku ew sûcdare. Derûniya xwe sûcdardîtinê di her endamek civakê de pêş dikeve. Her kes bi awayî xwe li beramber dewletê kêm û lewaz dibîne. Di rêzefîlmên tên dayîn de mirov dikare heman tiştan bibîne. Qehremanê tevahiya rêzefîlman mêr e. Jin a ber dest e. Bê aqil e, atifî ye, rast biryaran nade, bê mêr nikare tiştekî bike. Ji bo xwesteka mêr pêk bîne her cure fesadî û fitneyan dike. Mêr di van rêzefîlman de bi karê herî girîng re qaşo mijûl dibe, lê jin tenezulî her kareke besît dike. Di bernameyên TV’de jin ji bo xwarinê bi hev dikevin, ji bo cil û bergan bi hev dikevin. Ji bo zilamekî bi rojan nîqaş dikin û bi hev dikevin. Nîqaşên jin di bernameyan de dikin, nîqaşên ji rêzê û tenê di eksena xwarin, vexwarin, seks û moda de ye.

Reklam, rêzefîlm û bernameyên heyî xwedî konsepteke hevbeş in, ew jî pêşxistin û xurtkirina ajoyên cinsî ye. Ajoyên cinsî yek ji sedema herî esasî ya tevizandina mêjiyê civakê û zêdebûna tundiyê ye. Ger mêr roja îro ewqasî di civakê de êrişkar e û di her firsendê de dest diavêje jinê, harkirina ajoyên cinsî bi rêka medya ye. Reklamên ku me behsa wan kir, tevahiya nirxên civakê dike amûra rêklamê, herî zêde jî dixe bin xizmeta ajoyên cinsî. Ne tenê bi rêka medya, bi rêka dibistan, zanîngeh û akademiyên cur be cur ev hişmendî ji civakê re tê enjekte kirin. Bi taybet di temenê biçûk de zarok bi hişmendî û aqilê desthilatdariyê tên perwerde kirin. Şêwazê perwerdekirinê bê guman bandoreke mezin li ser şêwazê jiyanê jî dike. Perwerdeya heyî bi taybet bi mebesta kolekirina zêde ya jinê û firotina nirxên manevî yên civakan tê pêşxistin.

Rêbazên Xweparastinê

Li beramber van hemû rêbazên qirêj bêguman erkên mezin dikeve ser mile jinan. Di serî de divê were zanîn ku jin di civakê de ji hişmendiya parastinê hatiye dûrxistin. Li beramber her cure polîtîkayên me behsa wan kir, parastin nabe tenê di çarçoveyek teng de were destgirtin. Hemû qadên jiyanê ji aliyên aqilê dewlet-mêr ve hatiye dagirkirin. Ji bo wê jî pêwîstî pê heye ku di tevahiya qadên jiyanê de mekanîzmayên parastinê were xurtkirin. Pêwîstiya jinê her tim bi vê heye ku li pey alternatîfên cuda bigere, lêgerîna ji bo alternatîfan misoger divê li derveyî dewlet û desthilatdariyê be. Di serî de perwerde, di qadên civakî, siyasî, leşkeri û aborî de jin ger nebe xwedî gotin û erka xwe pêk neyne, valatiya heyî wê ji aliye desthilatdariyê ve were tijekirin. Ji ber dixwaze xwe di hemû şaneyên jiyanê de bi cih bike. Li ku êriş hebe divê parastin jî li wir hebe. Amûrên medya pêwîste werin valaderxistin. Her wiha li gor asta tundiya li ser jinê divê amûrên tên bikaranîn jî bi vî rengî be. Amûrên faşîzmê tên zanîn. Di holê de kuştin û qetilkirina jinan heye. Çawa dewlet sînoran derbas dike, welatan dagir dike, talanê dike û destdirêjiyê dike. Bi heman şêwazê heman hişmendiya dewletê bi destê mêr di hemû qada jiyanê de êrişî jinê dike.

Wek mînak, leşkerek sînor derbas dike diçe heta bi Efrînê yan jî deverek din a Kurdistanê. Cihê dagir kiriye wek milkê xwe dibîne, wek xenîmeta xwe ya şer dibîne. Ne tenê dest datîne ser xakê, dest datîne ser hemû nirxên civakê. Ev leşkerê kujer û tecavuzkar ê dewletê dema ji erka xwe ya leşkertiyê vedigere, li bajarên Bakurê Kurdistanê rastî kîjan jinê tê, dest diavêje wê yan jî dikuje. Heman leşker dema ji destê gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê darbe dixwe, dîsa vedigere û berê xwe dide jineke bê parastin li gund, tax, an jî bajarek Kurdistanê. Ji bo vê jî pêwîste mantiqê êrişkariya mêr-dewletê rast were famkirin. Her dema ku mêr-leşker-dewlet li beramber vîna jinan yan jî gelan têk diçe, di şer de wenda dike, hîn zêdetir êrişkar dibe. Ev di dîrokê de hatiye îspatkirin ku dema zilam bin dikeve, di şer de wenda dike û hêza wî têra yê beramber nake, hemû kîn, hêrs û nefreta xwe bi serê jinan vala dike. Îro rewşa aborî ji ber polîtîkayên şer ên faşîzma AKP-MHP li seranserî Tirkiyê gelekî giran e. Mêr ji bo qurûşek pere serê xwe sibê heta êvarê li beramber dewletê ditewîne. Piştre jî bi hezar û yek heqaretan heqdestek kêm bi dest dixe. Binketina di qada aborî de dibe sedem ku zilam hîn zêdetir êrişkar be û jixwe sedema zêdebûna rêjeya kuştin û qetilkirina jin jî mirov dikare wiha îfade bike. Êriş ne ji rêzê ne. Ji bo wê jî pêwîste parastin jî ne ji rêzê be. Dewlet-mêr bi çek êriş dike, ji bo wê jî divê jin di serî de xwe bi çek bike. Em li welatek wek Tirkiyê de nikarin behsa demokrasiyê bikin û çalakiyên kolanan ên di çarçoveya demokratîk de jî gelekî bê wate ne. Heta astekî dibe bandora wan hebe. Lê belê ti caran nikare ji êrişên hovane ên faşîzmê re bibe bersiv.

Faşîzm ji medya û perwerdeyê destpê dike. Lê di esas de dixwaze hestên netewperest, şoven û milîtarist di civakê de pêş bixe. Li beramber polîtîkayên milîtarîstkirina civakê bêguman çeka herî esasî ji bo jinê ew e ku xwe di her alî de bi gurç û pêç bike. Wek mînak leşkerek faşîst çawa dikare ewqas bi hêsanî li bajarek Kurdistanê dest biavêje bi dehan jinên Kurd û li beramber wî ti bertek nebe. Bi yek, du daxuyanî û çalakiyan jixwe ew leşker dest ji wan kiryarên xwe bernade. Her wiha qanûn jî heta dawiyê dikare wê leşkerê biparêz e. Wê demê çi wateya wê heye ku, mirov behsa çalakiyên medenî û huqûqan bike. Komek jinên ciwan dikarin wisa xwe birêxistin bikin ku şevekî di kolanê de pêşiya wî leşker an jî polîsên faşîst bigirin û heyfa kiryarên ku kiriye rakin. Hemû şêniyên taxek li Kurdistanê hevdu nas dikin, dema bûyerên bi vî rengî diqewime agahiya her kesî çêdibe. Yan jî di taxekê de kîjan leşker û polîs hene, çi dikin, tevlî çi karên qirêj dibin, hemû tên zanîn. Ji bo wê jî ew tax bixwe dikare biryara wê bide, plansaziya xwe bixwe çêbike, ka li beramber van êrişan çalakiyek çawa bike. Êdî bi şermezarkirin an jî bi bêdengiyê kiryarên faşîzmê nayê sekinandin. Ew çi amûran bikar tîne divê asta bersivdayînê jî li gor wê be. Heta asta bersivdayînê divê qat bi qat zêdetir be. Wer lê were ku polîs an jî leşkerek dagirker û kujer nekaribe ewqas bi hêsanî di nava kolanên Kurdistanê de destê xwe bihejîne û bigerîne. Yan jî em dibînin carnan bi zanebûn û bi awayekî sîstematîk jin an jî zarokekî dixe bin panzerên xwe. Ger ev panzer werin hedefgirtin û ji aliyên ciwanan ve werin îmhakirin êdî careke din cesaret nake ku hema wisa bi hêsanî pêlî kesekî bike. Mînakên me li jor dan, beşek gelekî biçûk ji rêbazên çalakiyane.

Di vê mijarê de bi taybet jinên ciwan dikarin rêbazên hîn xuliqkar bi kar bînin û her der bikin qada xwe parastinê. Çawa jinek gerîla bi derfetên herî kêm û di şert û mercên herî dijwar de li beramber her cure çekên pêşketî li ber xwe dide û hişmendiyeke parastinê bi pêş dixe û textê faşîzmê dihejînin, her jinek li Kurdistanê dikare li gor derfetên di destê xwe de darbeyên mezin li dijmin û dagirkeriya li ser xaka xwe bide. Parastina xakê di serî de erka jinê ye. Ger dagirkerî welat û xakê dagir bike, wê herî zêde êrişî jinan bike. Xakek dagirkirî tê wateya jinên kole û serîtewandî. Ji bo wê jî xakek azad jinên azad û aza perwerde û mezin dike. Parastina xakê, parastina jin û jiyanê ye.

Esmer Amed

Kaynak: https://yps-online.com/parastina-jiyane-li-beramber-aqile-mer-dewlete-2/

CEVAP VER

Lütfen yorumunuzu giriniz!
Lütfen isminizi buraya giriniz