Parastina Jiyanê Li Beramber Aqilê Mêr-Dewletê

0
50

1-Nasnameya Çêkirî ya mêr

Nasnameya jin, nasnameyek bi krîz e. Dest ji vê nasnameyê hatiye werdan. Ne bixwe ye; wek xwe nakene, wek xwe nagirî, wek xwe nameşe û di encam de wek xwe najî. Ango ji jiyana heyî gelekî hatiye xerîbketin. Bêgûman sedema vê ya herî bingehîn, şikilgirtina nasnameyek din a ku her roj diçe xwe bi gewde dike û mezin dibe nasnameya mêrê desthilatdar a bi hêz û hîlebaz e. Ev nasname di berdêla bê nasname hiştina jin û jiyanê de hatiye mezin kirin û nepixandin. Mirov dikare jê re nasnameyek bênasname û çêkirî jî bibêje. Ji ber ku civak di destpêka çêbûna xwe de bi jin bûye xwedî nasname û bi wê hatiye pênasekirin. Her ku nasname yan jî hebûna jin ketiye nîqaşê, xetere li ser çêbûye, jiyan bi temamî veguheriye û ji cewherê xwe dûr ketiye. Her çend mirovahiyê hewl daye statuya dayik bi awayekî li ser piyan bihêle û bi çavek pîroz lê temaşe bike, lê belê ya bi cih mayî tenê dayikek dilrehm û bêdeng bûye! Bi şikilgirtina aqilê mêr jiyan li dor werçerxek din ziviriye yan jî mirov bêje berovajî ziviriye wê hîn di cih de be. Ev aqilê çêkirî ku em behsa wê dikin ji bo xwe bi aqil nîşan bide, neçare jin her tim bi bê aqilî û bê hişbûnê tewanbar bike. Ji bo bibe hêz, neçare bi zexta fizîkî, çor û hişk jin û heta zarokan jî bixe bin baskên xwe, serî li wan bitewîne û wisa derkeve qatên jor.

Her qat û pileya ku ev aqil rabûye jor û bilindtir bûye jin û di kesayeta wê de civak ketiye rêya serberjêr. Bi vî awayî nasnameya civakê li dor nasnameya çêkirî ya mêr hatiye hûnandin. Desthilatdariya mêr a li ser civak û xwezayê bûye sedem ku xwe bixe navenda tevahiya hebûnan. Ango nasnameya xwe li ser bênasnametiya jiyanê damezrandiye. Her tişteke li derveyî xwe wek ku tineye dihesibîne, xwe dixe şuna tevahiya mirovan. Jixwe pênaseya mirov-însan tenê wek mêr tê famkirin. Her hebûnên li derveyî cinsê mêr ji statuya însanbûnê dûr tê hiştin. Ev navendparêziya mêrê desthilatdar ku hewl da xwe bixe şûna jina ku jiyan afirandiye û rola wê jê bidize, heta roja îro jî bi awayên cuda û hîn dijwartir dimeşe û berdewame. Hest û aqilê ku di kesayeta mêr de bi sazî dibe û şekilê dewlet û desthilatdariyê bi xwe digire, derveyî hebûna xwe ti hebûnek din napejirîne. Her tiştî ji bo hebûna xwe wek qurbanekî dibîne. Ev aqilê çêkirî digihêje astekî ku tevahiya zindiyên derveyî xwe tine dihesibîne. Wer difikire ku hemû hebûnên li derdora wî neçarin jê re bimirin. Jixwe qurbanîkirina mirovan, kolekirina mirovan û herî dawî jî pêşxistina amûrên şer û kuştinê ji ber vê hişmendiyê çêdibe. Aqilê ku di navenda wê de ew bixwe heye û wer çavkore ku derveyî xwe ti hebûnek din nabîne. Pênaseya însan jî tenê li derdora xwe û ji bo xwe dike. Însanbûnê bi tenê hêjayî xwe dibîne. Dibe ku ev pênase di destpêkê de ji her kesî re pênaseyek gelek çor û ecêb were. Lê dema mirov hinek din li ser aqilê mêr û dewletê yê hatiye şekilgirtin, lêhûrbûn dike, ev rastî derdikeve holê.

Tirsa Mirin û Hilweşînê

Aqilê çêkirî hebûna xwe li ser derew û hîleya ku me li jor behs kir, damezrandiye. Ji bo wê jî divê wê statu yan jî nasnameya xwe biparêze. Mantiq û hişmendiya parastina hebûna aqilê mêr li ser esasê kuştin, dagirkirin, talan, destdirêjî û kolekirinê pêş ketiye. Em bi vî rengî digihêjin formûla herî besît ku heta niha jî desthilatdarî xwe bi wê li ser piyan dihêle; Ji bo bijî divê bikuje! Ji bo bikuje divê di serî de tevahiya refleks û mekanîzmayên parastinên yên di destê civakan de bê bandor bike. Ango ya xistiye bin desthilatdariya xwe divê wer serê xwe bitewîne ku nekaribe careke din li beramberê wî derbikeve. Bi aqilê xwe yê analîtîk sîstema parastinê xistiye bin yekdestdarî û serweriyê. Parastin wek ku tenê mafê wî ye bi civakan daye qebûlkirin. Wek ku her tim aqilê mêr û dewletê di bin xetereyê de ye. Ya vê xetereyê jî çêdike bêguman di serî de jin û civak in. Sedema herî esasî ku aqilê mêr sîstema xwe ya parastinê bê pîvan, bê hed û bê sînor berfireh kiriye, tirsa wî ya ji mirinê ye. Tirsa mirin û jinavçûnê ye. Tirsa hilweşandin û mirinê wê kêliyê çêdibe ku di serî de jin tevahiya civakê xwedî pergaleke xurt a parastinê be. Ango zanebûna siyasî, civakî, dîrokî û heta ketina ferqa hebûna xwe û pênaseya rast a ji jiyanê mirov bi gelemperî dikare wek parastin jî pênase bike. Civaka ku bikare bixwe xwe birêve bibe, civakek parastî ye. Em dizanin êrişa herî destpêkê li ser pergal û mekanizmaya parastina civakê bi êrişa li ser jinê pêk hatiye. Civakbûna ku li dora jinê hatiye birêxistinkirin, ji dema ku ketiye bin xetereyan wê demê êdî mekanîzmayên parastinê jî her ku çûye lawaz bûye. Her çiqas civakbûna jin ji hev belav bûye ewqasî jî bê parastin hatiye hiştin. Mirov hebûnek civakî ye û bi mekanîzmayên civakî dikare xwe û jiyana xwe biparêz e.

Roja îro em behsa lewaziya mekanîzmayên parastinê dikin. Ger em bersiv bidin pirsa ku, çima civak li gor tê xwestin nikare xwe li beramber aqil û hişmendiya mêr-dewletê biparêze, sedemên lewaziyan derdikevin pêşberî me. Çawa me li jor behsa serweriya bê sînor a xweda-dewlet-mêr kir. Sazîbûna heyî têgihiştinek wisa derxistiye holê û bi civakê daye bawerkirin ku yekane mekanizmaya ku dikare xwe pê biparêze ev her sê tifaq in. Di rewşekî ku ev her sê tifaq bi aqilê mêr-dewletê ku me behs kir, hatiye avakirin. Aqilê ku bi xwe xetereya herî mezin ji bo ewlekariya civakê ye, çawa dikare bibe mekanizmaya parastinê. Ev têgihiştin û bawerî bûye sedem ku êdî civak xwe bêyî dewlet, bê parastin bibîne. Têgihiştineke bi temamî şaş û çewte ku heta dawiyê serê rastiyê nixumandiye. Wer lê hatiye ku aqilê dewlet-mêr ji bo rakirina astengiyên li pêşiya xwe her cure rêbazên hovane bi kar aniye, lê ji ber ku kiraseke qanûnî-huqûqî lê kiriye, rewa hatiye dîtin.

Hestên Êrişkariya Mêr-Dewletê

Êrişa li ser nirxên civakan, wek parastina cewherî û parastina rewa tên dîtin. Her wiha sedema ku aqilê texrîbkar, talanker û dagirker ê desthiltadariyê nehatiye dîtin ew e ku rêbazên cur be cur hatine bikaranîn. Herî zêde di kirasê olî de wek çarenûsa mirovan hatiye hesibandin. Wek ku êdî rastî ev e û her kes neçare ya bi serê wê hatiye bipejirîne. Rêber Apo di nirxandinek xwe ya sedema kûrbûna kolektiyê û nebûna refleksên pêwîst li beramber wê mînaka şewitandina jinan di çaxa navîn a Ewrupa de dike ku bi hezaran jin di bin navê Nêçîra Sîhîrbazan de di nava kolanan de zindî zindî hatin şewitandin. Rêber Apo diyar dike, yek ji sedemên teslîmbûna jin û bikaranîna wê di civaka îro ya Ewrûpa de dîtin û şahidî ji sehneyên şewitandina jinan re kiriye. Ango ew sîstema teror, tirs û wehşeta ku sedan sal beriya niha li ser jinan hatiye meşandin, îro di kûrkirina koletiyê û metakirina jina îro ya Ewrûpa de roleke wê ya sereke heye. Ev tenê mînakeke di gelek parzemînan jî bi taybetî li herêma Rojhilata Navîn bi taybet di bin navê serî rakirina li beramber xweda-zilam de gelek pêkanînên dijwar li ser jinan pêk hatiye. Dibe reng û asta wan li dever û sedemên cuda, cihêreng be, lê belê dema mirov li naveroka wan temaşe dike, hemû berhema aqilê mêr-dewletê ye. Ya tê ferzkirin kuştin û qetilkirina jiyanê ye.

Hestên êrişkariya mêr-dewletê çawa ku me li jor jî behs kir, xwedî rabirdûyek dûr û dirêje. Amûr, têgihiştin û hişmendiya ku van hestan har dike çi ne gelo? Di civaka îro ya Tirkiyê de ku aqilê mêr ê faşîzan serwere mirov dikare gelekî bi hêsanî van sedeman bibîne. Aqilê serwer ê mêr ku xwe dixe navenda her tiştî û derveyî cinsê xwe ti cins û hebûnek din li kêleka xwe nabîne, bêguman cinsiyetparêzî ye. Cinsiyetparêzî pîşeya mêrê serwere ku, ger nebe nikare kêliyekî jî xwe li ser piyan bihêle. Di mantiqê cinsiyetparêziyê de cinsek her tim li jêr û yek li jore, yek lewaz û yek jî bi hêz e. Ev rewş ne tenê jiyana mirovan hevsengiya di navbera tevahiya zindiyan de jî xira dike û têk dibe. Bi taybet di sedsala 18’an de li Ewrûpa zanista pozîtîvîst ango zanista ku mêr bi tenê dixe navenda lêkolîna xwe û teoriya lewaz û bi hêz pêş dixîne, berhema hişmendiya cinsiyetparêz a mêr e ku heta niha jî bi şêwazên cuda berdewam dike.

Teoriya vê zanistê ku em jê re teoriya Darwinist jî dibêjin, dibe ku ji me re mijarek ji rêzê were. Lê belê ger îro faşîzm gihîştiye vê astê û bi çavsorî bi ser jinan û gelan ve tê, para xwe ji van teoriyan digire. Wek mînak qanûnên ku li dijî xwezayê bi kar tînin, bi heman şêwazî dixwazin li ser civakan bi taybet li ser jinan pêk bînin. Ango tundiya ku li ser xwezayî dimeşînin, di heman astê de û bi heman rêbazan li ser jinan jî pêk tînin. Ji bo vê jî cinsiyetparêzî tenê wek ku hinek tevgerên marjînal pênaseya wê dikin, tenê çend gotin yan jî kirinên di nava jiyanê de nîne. Ew parçeyek gelekî biçûk ji vê rastiyê ye. Dema wisa were destgirtin, tekoşîna li beramber wê jî gelekî ji rêzê dibe. Nahêle ku çavkaniya bingehîn a cinsiyetparêziyan ango aqilê mêr-dewletê yê ku bi hezaran salan li ser civakan hatiye ferzkirin, were lêpirsînkirin. Mixabin cinsiyetparêziya heyî kiraseke modern li xwe kiriye û bi çav nayê dîtin. Ango her çiqasî koletî were kûrkirin ewqasî mirov bi asta wê nahese. Faşizm ji bo xwe mayînde bike, pêwîste di serî de mêjiyê civakê bitevizîne.

Esmer Amed

Kaynak: https://yps-online.com/parastina-jiyane-li-beramber-aqile-mer-dewlete/

CEVAP VER

Lütfen yorumunuzu giriniz!
Lütfen isminizi buraya giriniz