Pêşengên îdeolojiya azadiyê jin û ciwan in – Rustem Cudî

Jin û ciwan di têkoşîna çareserkirina pirsgirêkên civakê, yên neteweyî, siyasî, çandî û civakî de rol dileyîzin. Pîvan ev in, ne teqlîdkirin e. Gelek kes dibêjin; pîvanên civakan jin û ciwan in. Lê dest pê dikin jinê dikin meta û tazî dikin. Ciwanan jî dikin ucûbe. Pelik melikan bi xwe ve dikin, tiştên balkêş li xwe dikin. Bi vî rengî dibêjin pirsgirêkên me xelas û çareser bûn. Li Tirkiyeyê wiha pirsgirêkan şeklî digirin dest.

Îdeolojî, hîna zêdetir şênber e. Ji bo vê di welatekî de eger ciwan xemsar bin, beramberî pirsgirêkên civakê yên neteweyî, însanî, ekolojîk û bi gelemperî xemsar bin, wê demê di wî welatî de têkoşîneke îdeolojîk nîne. Divê têkoşîna îdeolojîk xîtabî ciwanan bike. Dema xîtabî ciwanan bike wê ciwanan biguhere. Di aliyê baş de wê biguherin. Heke guhertin tune be, dev ji xwe berdan û teqlîdgerî hebe, wê demê xebatên îdeolojîk tune ne.

Dîsa heke bi jinê re zanistiya cins çênebû, nakokî nejiya, nebû xwedî perspektîfên azadiyê, wê demê di wir de xebateke îdeolojîk tune ye. Ji ber ku me gotiye parametre yan jî pîvana pêşketina civakê, rewşa jin û ciwanan a di nava civakê de ye.

Eger jin û ciwan di asteke lewaz de bin, wê demê xebatên îdeolojîk tune ne. Yan jî xebata îdeolojîk bi rengekî çewt tê meşandin. Mînak, em îro dibînin em weşanê TV’yê dikin, ger beramberî weşana me jin û ciwan xemsar bin, bêelaqe bin wê demê ev weşana me ne di çarçoveyeke îdeolojîk de dimeşe. Eger em rojnameyê derdixin û em weşana wê dikin, heke xwendevan û kekdarê vê rojnameyê bi giranî ne jin û ciwan bin, jin û ciwan heke di vî welatî de li hemberî vê rojnameyê xemsar bin, wê demê ew rojname rola xwe naleyîze. Ji ber çi? Ji ber ku extiyar xerab in, na! Ji ber ku zarok jî xerab in na, ne ji bo vê ye. Bêguman rola wan jî heye. Lê belê di têkoşîna civakî de di her dem û demekê de hinek derdor û dînamîk derdikevin pêş. Bi taybetî jî ew qismê ku azadiya xwe di ya civakê de dibînin derdikevin pêş.

Eger bi giranî nerehetî heye, ciwan zêdetir bi wan nerehetiyan dihesin, çima? Ciwan bi temenê xwe nû ye, yanî gavekî nû ye. Lê belê civaka kevneşop a destpot dîsa bi taybetî jî sîstema dagirker nahêle ciwan wê dema xwe bijîn. Wan hinekî paşdatir dide jiyîn. Sîstema desthilatdar nahêle ku bi wan lêgerînên xwe re kilît bibin. Wan paş ve dikişînin. Ev nerehetiyekê çêdike, lê çima? Ciwan jî zû bi vê nerehetiyê dihesin. Çima zû pê dihesin? Ji ber ku di encamê de ciwan ji nifşeke nû ye, çalak e û zêdetir bitevger e. Zêdetir dînamîk e, xwe neçar nabîne ku weke bav û dayîkên xwe bijîn.

Çavkaniya ciwanan a agahiyan cuda ye û naxwaze weke bav û kalên xwe bijî. Lê dinêrin ku nikarin ji qonaxekî çipî qonaxekî din bibin. Ji bo vê her dem ciwan rêberê îsyanê ne. Divê mirov vê taybetmendiya wan ji bîr neke. Rêberên îsyanên civakî her dem ciwan in. Welatê ku nifûsa ciwanan tê de bihêz be, ew welat zêdetir dikarin îsyanê bikin. Di roja me ya îro de jî hîna ev nêzikbûn nehatiye guhertin.

Li hemberî hemû rengên bêexlaqiya emperyalîzmê em îro dîsa temaşe dikin, hêza herî zêde radîkal a li ber xwe dide ciwan in. Li Yewnanistan, Ingilîstan, Îspanya û Tirkiyeyê, dîsa li gelek cihan ciwan têkoşîna civakê kirine û hêza dînamîk a wê civakê ne. Ji ber vê dijmin dixwaze di zemînê sîstema xwe de ciwanan rehabîlîte bike. Li gorî xwe xwedî bike, mêjiyê wan li gorî xwe ayar bike. Niha bi taybet dixwazin wan bi ferdiyetparêziyê, ezeziyê, perwerde bikin ku ew li beramberî pirsgirêkên civakê xemsar bin.

Niha em jî li ser esasê rizgarkirina civakê derketine holê. Dema ku ev fikrê me cihê xwe di mêjiyê ciwanan de nebîne, çi feydeya vî fikrî heye! Ev fikir ger nikare xwe bigihîne dînamîka esasî yê têkoşînê, çi feydeya wî fikrî heye? Tu feydeya wî fikrî tune ye. Lewra em metodê girîngtirîn, herî balkêş û serkeftî yê ku em fikrê xwe pê bigihînin ciwanan esas digirin.

Jin îro di aliyê agahî û zanistê de şexsiyeta xwe derdixe zanebûnê. Dinihêre ku tiştê li ser hatiye gotin kêm e, biçûk e, bêaqil e… nîne. Jin wiha nîne, zanist jî vê îspat dike. Ji bo vê dixwaze hevpeymaneke nû deyne. Heke pir bi rengekî çors vê bibêje, ji sîstema desthilatiya zilam re vê dibêje: Rast e te ev qas sal ew qas tişt gotin, te hukmê çewt li ser min kir, li ser vî esasî te ji navenda jiyana siyasî û polîtîk ez dûr xistim. Lê niha eşkere bû ku ew argumanên te çewt in. Ew egerên te çewt in, di aliyê zanistê de nikarin xwe îspat bikin. Wê demê pêdivî bi hevpeymaneke civakî ya nû heye.

Ev daxwaz û xwestekên jinê li ser esasên wekheviyê ne. Wê demê wekheviyê dixwaze. Lê temaşe dike ku bi sîstema siyasî ya kevn ev nabe, ji bo vê li dijî sîstemê hêzeke berxwedanê ye. Yanî pirsgirêkên civakê bi yên jin û ciwanan re bûne yek. Îro ji her kesî zêdetir jin û ciwan bi sîstemê re di nav nakokiyê de ne. Bi sîstema desthilatdar re di nav nakokiyê de ne.

Ji bo vê, îdeolojiya azadiyê, ew îdeolojiya ku karibe di dereceya yekemîn de di dilê jin û ciwanan de bi cih bibe ye. Karibe xîtabê wan bike. Ev pirsgirêkeke esasî ye. Ji ber vê divê em li ser bisekinin.

Nivîs ji pirtûka Şehîd Rustem Cudî ya bi navê Îdeolojî hatiye girtin.

En Çok Okunanlar

En Çok Okunanlar

İlgili Makaleler