Rûpeleke Rûmetê Tevlî Jiyana Xwe Bikin

0
793

Hemû xebat niha gîhaştine asta pêvajoyeke wisa, êdî ji kêfa kesanî re naye hiştin, kêma-siyên biçûk ên kesanî naye pejirandin û tu kes nikare bi bingeha pêşketinên girîng ve bilîze.

Di destpeke de ev xak ji min re jî hêvî nedi-da. Tu derfetên jiyanê nedida nasîn. Lê min ev yek ji bo xwe kir pirsgirêka rûmetê. Min gotibû, ger ez çûkên me ji latên bilind, darên fêkî nadin veqetînim, wê ev bibe xiyanet.

Di dîrokê de kesên ku xwediyê çalakî û vîna mezin in, dema jiyana xwe ji dest didin, du bûyer derdikevin holê. Yek; Koma şer û kesaniyên ku wan heta kûrahiya dilê xwe dişopîne, bi hilperîneke mezin ve vê bîranînê dike pêwîsteka têkoşînê.

Girêdaniya me ji şehîdên berxwedaniyê re mezin e. Ji her yekê re em tenê dikarin bi abîdeyên serkeftinê ve bersiv bidin. Lewre girêdan û sonda xwe hêdî hêdî kiryarî kirin, bi serkeftina şoreşgeri re pêşxistin û bi rêbazên şerê rast ve jiyanîkirin, erkên li ser milên me ne.

Dema em dibêjin bi bîranînan re girêdan, em ne bûyereke razber bilêvdikin. Bê ku girî û lewazî çê bibe, bê ku çep û rast çûyîn çê bibe, ev derfet hate afirandin. Bi van gotinan ve em bersiv didin.

Ji bo oxira Serokatî û Rûmetê şer kirin, bûyereke mezin e. Ez niha xwe naxim şûna pêşengê çar çar. Ez vê yekê dikarim bilêv bikim. Bila ji we hûndakirin çê nebe, di milê me de jî ji bo pêşxistina bûyera Serokatî tu cihên me yê ku nehatiye perçe kirin nemaye. Lê me hê dev ji têkoşînê bernedaye. Pir kesan xest her tiştî li ser me bikin. Di milê dijmin û hevalbendan de xwestin her tiştî li me bikin. Lê hê jî tiştên ku em li pişt wê dibezin mijarên şer û şer bixwe heye. Ez vê fêm dikim. Di bûyera Serokatî de êdî dîrok dipeyivê, gel dipeyivê.

Ji xwe re mezinbûneke balkeş bipejirînin. Bawerî, îman û zanistiyeke rast hilgirin. Hêzeke rast bigirin, hûnê bimeşin. Ger hûn gîhiştine rewşa berpirsyariyên mezin hilgirin, em dikarin bêjin ku nirxa herî mezin berpirsyariye. Berpirsyariyên şer ku we hilgir-tiye, berî girtina hênasa xwe, pêwîstiyên van pêkbînin.

Pirsgirêkên xwe yê kesanî hîm negirin. Bila raman û xebatên we mezin bibe. Rola xwe jî mezin bilîzin. Hûn dikarin vê bikin. Şêweya xwe, şêwaza xwe û pergala xwe bi hêz bikin.

Ger her tişt bi vê ve tê serxistin, wê demê ezê ji bo xwe bêjim, belkû hêza min ji we re têrê neke. Ji xwe re rexnedayin, piştî vê pêvajoyê hê zêdetir kûrkirin hêza têgîhîştin, hêza vîn, hêza rêxistin û hêza çalekiyê mezin kirin e. Lewre dîrok bi min ve sînordar nîne. Dîrok ji bo we jî pêdiviyê derdixe pêş. Ji he-bûna we re jî pêdivî nîşan dide. Di vê wateyê de pêwîst e hûn jî bersiv bidin dîrokê. Pêwîst e hineke din li gor dîrokê bibe. Ji pir milan ve azweriya we ya jiyanê heye, bi vê ve pêngavên bersivdanê biavêjin. Hûn çima disekinin?

Ger hûn jî îdîa dikin ku di pişt nirxên mirovahiyê de dibezin, wê demê pêwîst e hûn vê derbixin. Hûn rûpeleke rûmetê tevlî jiyana xwe bikin. Rêka vê jî, dest avêtina xebata ye.

Bi bêkêrî û netêgîhiştinê ve beştarbûn, ne tevlî-bûn e, bê esilbûne. Ev tê wateya, “Rûpeleke xiyane-tê jî bila ji min be.”

Ev rêgez, rêgezên ku sedsal didome, bi xwe ve dide girêdan. Serokatî vê vegotin dike. Hîn ji niha de bûye malê mîlyonan. Hûn hêza pêşeng ê vê têkoşînê ne. Ji bo wê cesaret û fedakariya we zêdetir jî heye. Ger hûn pê-wîstiyên hostetiyê, bi rêgezên serok ve bikin yek, tu xûman ji serkeftina we dernakeve. Di vê wateyê de em we, ji xwe hê zêdetir bextewar û bi hêz dibînin.

Hûn dibînin ger pirs rast bê pirs kirin, bersivên wan jî rast tê dayîn. Ya herî girîng hûn xwe bibînin. Em dixwazin di vê der-barê de qane bibin. Pênasa we çi ye, hûn çi dixwazin bikin,  çawa pêwîst e destpêbikin, gelo hûn dikarin despêkirineke çawa bikin? Hûn di asta îdîa û biryarbûnê de xwe çiqasî zelal dikin? Ji van pirsan re seranser nêzîk nebin, ev pirsên jiyanî ne. Ev gotinên min kesên ku dirûstin, ji xwe re hûrmet didin, kesên ku dibêjin “Ez zû bin nakevim, ez nayim xapandin,  bi înat ezê ser bixim” re ye, bi taybet ji bo wan e. Ger bi tena serê xwe bê hempa bizanin têbikoşin, dê wê demê bextewariya xwe, baş bikarbînin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan

CEVAP VER

Lütfen yorumunuzu giriniz!
Lütfen isminizi buraya giriniz