Elî DÎLOK
Amûra şerê taybet a Tirk ji aliye dîrokî ve ji Gladyoya NATO’yê zêdetir xwedî amûr û tecrübeye ye di tesfiyekirin û dejenerekirina kes û rêxistinên li dijî pergala xwe de. Ji ber vê jî li Tirkiyê encamên şerê taybet in ku di serî de tevgerên sosyalîst ên çepgir û hemû rêxistinên ku li dijî pergalê di nava aloziyeke îdeolojîk de ne û tim di nav şer û dubendiya navxweyî de ne û beriya ku avabûna xwe biqedînin gelek caran têne hedefgirtin û tesfiyekirin.
Rêbazên wekî bi dizî ketina navê, avakirina rêxistinên alternatîf û paralel, suîqest û afirandina nakokiyan, herî zêde tên bikaranîn.
RÊBAZA TESFIYEKIRINÊ: TEVLIHEVIYA ÎDEOLOJÎK, PARÇEBÛN Û PEVÇÛN
Destpêka salên 1980’yî salên herî tund ên şerê di navbera bloka sosyalîst û bloka kapîtalîst de bû ku wek Şerê Sar hate binavkirin.
Hemû rêxistinên ciwanan, çi mezin û çi biçûk, bi navê têkoşîna li dijî komunîzmê; rêxistinên mîna Dev-Genç, THKO, THKP-C, TIKKO hatin tesfiyekirin û kadroyên wan ên pêşeng an bi îşkenceyê yan jî di pevçûnan de hatin înfazkirin an jî kuştin û yên mayî jî xistin girtîgehan û hewl dan ji nû ve tev li sîstemê bikin. Di vî warî de CHP’ê wek amûreke herî guncaw rol lîstiye. Pirsgirêk û nakokiyên di navbera welatên bloka sosyalîst de, kirin rojeva sereke ya rêxistinên mezin û biçûk ên serdema nû û ji ajandayên xwe yên rasteqîn dûr ketin. Tevliheviya îdeolojîk, parçebûn û pevçûn wek rêbazeke tesfiyeyê bi ser xistin.
RASTIYA AVAKIRINA STÊRKA SOR
Di konjonktureke bi vî rengî de, komeke ciwanan ku dê piştre xwe wek ‘şoreşgerên Kurdistanê’ xwe pênase bikira, bi pêşengiya rêber Apo meyleke neasayî danî holê. Gotin ‘Kurdistan mêtingeh e û em şoreşgerên vê mêtingehê ne’ û pirsgirêka wê kirin rojeva xwe ya sereke û wek navenda xebatên rêxistinî û siyasî lê bên meşandin, yekser di nava gel de belav bûn û dest bi birêxistinbûn û vekirina qadan ji xwe re kir.
Xwestin vê tevgerê bi sîxuran bixin bin kontrola xwe, lê her ku çû nekarîn kontrol bikin. Her wiha bala xwe neda ser rojevên çêkirî û bi rojeva xwe di nava civakê de belav bû û di demeke kin de bala civakê kişand ser xwe.
Di pêvajoyeke bi vî rengî de rêxistina bi navê Stêrka Sor ku xwe wek pênc ‘Beş Parçaçilar’ (Pêncparçeyî) bi nav kir, ji aliyê kesekî bi navê Alaattîn Kapan ve hat avakirin ku têkildarî wî guman hebûn. Ya ji vê jî balkêştir ew e ku ev rêxistina sîxur-provokator dikeve pey koma Apocî û hewl dide bikeve her dera ku ew dikevinê. Aşkera ye ku amûra şerê taybet a Tirk wezîfe dabû vê komê ku çavên xwe li ser şoreşgerên Kurdistanê yên nû negire, wan di binê kontrolê de bihêle û tesfiye bike. Bi tevger û gotinên xwe yên provokatîf ev kom dikir hedef û provakasyon li dijî wê dikirin.
PÊŞENGEKÎ KEDKAR Û DILNIZM: HAKÎ KARER
Dîlok, bajarekî mezin bû ku taybetmendiyên metropolan lê hebûn û gelek karker û kedkarên Kurd ên ji hemû bajarên Kurdistanê bere xwe dabûyê. Her rêxistineke ku li vir xurt bibûya, dikarî xwe bigihîne hemû bajarên Kurdistanê.
Bi vê taybetmendiya xwe bi dehan rêxistinan kadroyên xwe li vî bajarî bi cih kiribûn. Hakî Karer ku rêber Apo piştre jê re bigota “ruhê min”, li Dîlokê xebatên komê dimeşandin. Hakî Karer bi kesayetiya xwe ya kedkar, kedkar û dilnizm bûbû hezkiriyê gelê Dîlokê û hevalên xwe û her ku ji aliyê gel û hevrêyên xwe ve hate pejirandin û hembêzkirin, bêhtir bû hedefa dijmin.
HEDEFA STÊRKA SOR HEVALÊ HAKÎ KARER BÛ
Di wê serdemê de kevneşopek bû bi awayekî girseyî nîqaşên fikrî bêne kirin û ji bo birêxistinbûnê dihate bikaranîn. Koma Apocî jî ev rêbaz bi kar dianî.
Di 18’ê Gulana 1977’an de li baxçeyekî çayê yê li taxa Duztepeyê hevalê Hakî Karer vedixwînin û serokê koma sîxur Stêrka Sor Alaattîn Kapan jî tev li wê nîqaşê dibe. Amadekarî tên kirin û di encama provokasyoneke di dema nîqaşê de çekan derdixin û gule li hevalê Hakî direşînin. Hevalê Hakî birîndar dibe û radikin nexweşxaneyê lê nikare rizgar bibe û şehîd dikeve.
ÇIMA KIRIN HEDEF?
Li gel rêber Apo, Hakî Karer damezirînerê koma Şoreşgerên Kurdistanê bû û wekî kesê duyemîn ê piştî rêber Apo bû. Komeke kurdistanî bû, lê belê gelek kadroyên pêşeng ên ku ev kom ava kir, Tirk bûn. Ev yek taybetmendiyek bû ku di nava komên din ên Kurd de tune bû.
Dewleta Tirk îdîa dikir ku piştî serhildan û berxwedanên Kurdan tevahiya hebûna Kurd û Kurdistanê tune kiriye. Ji bo vê jî got “Kurdistana xeyalî li vir definkirî ye” û çiyayên Agirî yên mezin û biçûk mîna kêlên goran nîşan dan û serkeftina xwe îlan kiribû. Di rewşeke wiha de ne hêsan bû ku komek bi lez bikeve qadê û vê yekê xira bike. Bi ser de jî hin kesên ev yek dikir, Tirk bûn ku ev jî ji bo dewleta Tirk ne ya qebûlkirinê bû. Ji ber vê jî bi destê kesên ku digotin em Kurd û kurdistanî ne, hate qetilkirin. Tirkek dema ji bo azadiya Kurdistanê tê dikoşiya, ji aliyê hin Kurdên din ve hat qetilkirin û bi vê yekê xwestin ku peyamekê bidin civakê.
MEJIYÊ KOMÊ KIRIBÛN HEDEF
Hakî Karer ku karakterê komê bi xîret, kedkarî û dilnizmiya xwe ava dikir, taybetmendiyeke herî bingehîn a kesayeta milîtanên Apoyî danîbû. Ji ber ku bandora hevalê Hakî ya li ser gel, kadro û sempatîzanan dihat zanîn, hêvî dikirin ku bi şehadeta hevalê Hakî re di rêxistina kadro û sempatîzanan de çalakiyên bersivdayinê çêbin û ji ber vê yekê bêmoralî çêbe û ji hev belav bibin.
Rast e ku piştî şehadeta hevalê Hakî meyla ku di avakirina kadro û sempatîzanan de çalakiyên bersivdayînê bên kirin, derket pêş. Ev lîstik bi mudaxelekirina rêber Apo neçû serî. Lê belê di avadaniya kadro û sempatîzanan de bêmoralî hebû û rêxistinên din ên sîxur-provokator ên wekî ‘Tekoşîn’ ji vê yekê sûd werdigirt û bûn sedem ku koma Apocî bibe li Dîlok û derdora wê be jî, dem û keda xwe xerc bike.
PARTÎBÛYÎN TOLHILDANA HERÎ BAŞ BÛ
Piştî şehadeta hevalê Hakî, hat destnîşankirin ku pêwîstî bi xebateke profesyoneltir heye, tolhildana herî baş bi partîbûyînê dikare bê hildan û amadekariyan dest pê kir.
Wekî din, Alaattîn Kapan ku hevalê Hakî şehîd xist, li Îskenderûnê bi destê yekîneyeke bi fermandariya hevalê Kemal Pîr, hate kuştin. Mehmet Uzun ê di vê şehadetê de jî rol lîst, li Enqereyê hat kuştin û Bozan Aslan jî li Dîlokê hat kuştin. Bi vî rengî kevneşopiya ku Apocî zû yan dereng tola xwe hiltînin, pêk hat.
Rastiya ku PKK dema ku welatparêziya Kurdistanê dike, nekeve xefika neteweperestiyê, karakterê xwe yê navneteweyî diparêze, xwedî pêkhateyeke kadro ye ku ji hemû gel û milîtanan pêk tê, perspektîfên wê yên çareseriyê hene ku ku li Kurdistanê ji bo hemû herêmê pêşbîniyan bike, taybetmendiyeke sereke ye ku PKK’ê ji kadroyên xwe yên pêşeng, di serî de hevalê Hakî, standiye. Ev taybetmendî tevî hemû zor û zehmetiyan jî, hemû êrişên dijwar, tevî hewldanên tunekirinê jî, ev tevger bi dehan salan xurttir kir û gihand îro. Bi qewlê Rêbertî, em dibêjin ‘Romana PKK’ê hê jî tê nivîsandin’. Di şexsê hevalê Hakî de em careke din hemû şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin.
Kaynak: ANHA